Helbestên Reşo Ronahî, nêviyê pir li Xerîbiyê û li Stenbolê hatine nivîsandin. Ji ber bandora karê wî hinekî jî rewşa zarokên bê dê û bav û nêrîna civakê li wan di helbestên wî de xwe daye der.
Reşo Ronahî di dawiya salên 1980'yî de li Licê ya navçeya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û lîseyê li Amedê, zanîngehê li bajarê Aydinê kuta kir. Sê salan di saziyên dewletê de li ser rehabîlîtekirina zarokên kuçeyan xebitî. Piştî wan sê salan dev ji karmendiyê berda û vegeriya Amedê. Niha li Amedê, li ser trawma û rehabîlîtasyonê dixebite.
Û gav dihat
Xwarin dihat ber devê me
Şîvên me kînên tehmsarkî
Şîvên me dexesiyên tehmsarkî
Şîvên me bindestiyên tehmsarkî
Û şîvên me binpêbûyînên tehmsarkî
Em bi wan şîvan mezin bûn
Em bi wan şîvan har û hêc bûn
Me xwar û nekir der
Lê niha di vê xortaniyê de
Bi ulqeulq
Di dev û pozên me re
Di çavên me re tên der
(...)
Detay Bilgileri |
Dil | Kürtçe |
Basım Tarihi | 2015 |
Yazar | Reşo Ronahi |
Sayfa Sayısı | 64 |
Kağıt | 2. Hamur Kağıt |
Kapak | Karton |
Basım Yeri | İstanbul |
Baskı Sayısı | 1 |
Ebatlar (YxG) | 11x20 cm |
Isbn No | 9786058575370 |