Kitêba şi'ran a nû ya Dîlan Şewqî, bi navê "Ez tev de pencere me" di nav weşanên Avestayê de derket. Kitêb jimara 24an a koleksiyona Şahmaran e ku taybet e bi berhemên edebî yên jinên kurd.
Ji şi'ra "Ez tev de pencere me"
ez tev de pencere me.. xemên nazik ji bo min vedibin. ez wan dûrî te didim. dûrî avî û tava te. ez bi wana, rengê gulê xweştir dibînim. û tu... di rezê eşqê de, dilê xwe ji min tenê re diguvêşî.