Yekem romana Selîm Berekat "Feqiyên Tariyê" bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji erebî bo kurdî ji aliye Jana Seyda ve hatiye wergerandin.
Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî li ser romanê wiha dibêje:
"Feqiyên Tariyê" romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe.
Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim.
Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.
Detay Bilgileri |
Dil | Kürtçe |
Basım Tarihi | 2013 |
Yazar | Selim Berekat |
Sayfa Sayısı | 288 |
Kağıt | 2. Hamur Kağıt |
Kapak | Karton |
Basım Yeri | İstanbul |
Baskı Sayısı | 1 |
Ebatlar (YxG) | 13x20 cm |
Isbn No | 978605527994295 |